Trump gefên destpêkirina êrişên li ser Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê di peyamekê de hişyariyeke tund li ser bicihanîna xalên lihevkirina di navbera wan de da Komara Îslamî ya Îranê û di eynî demê de gefên destpêkirina êriş û bombebarnên giran dike, eger Tehran pabendî şertan nebe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "Truth"ê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Eger Îran bi wan şertên ku wan li ser li hev kiriye razî bibe, wê demê operasyona "Tûrebûna Destanî" bi dawî dibe.
Serokê Amerîkayê herwesa zelal jî kir ku bi rêya bicihanîna wê lihevkirinê, dorpêça li ser Tengava Hurmizê dê bê rakirin û ew tengav dê ji bo hemî welatan û heta ji bo Îranê bi xwe jî bê vekirin.
Trump di pareke din a peyama xwe de gumanên xwe yên li ser pabendbûna Tehranê bi wan şertan nîşan da û got: Eger Îran bi wê lihevkirinê razî nebe, wê demê pêvajoya bombebarankirinê tê destpêkirin.” Eşkere jî kir ku êrişên vê carê dê ji qonaxên berê gelek tundtir bin.
Amerîka û Îsraîlê li dawiya meha Sibata îsal operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî Îranê da destpêkirin. Armanca sereke ya wê pêvajoyê têkbirina şiyanên atomî û mûşekî yên Îranê bû. Di çarçoveya wan hevrikiyan de, dorpêçeke tund li ser Tengava Hurmizê hatiye danîn û rê li ber hatin û çûna keştiyên bazirganî hatibû girtin.
Di destpêka meha Gulana îsal de, bi navbeynkariya welatê Pakistanê, her du alî ji bo nîqaşkirina lihevkirineke dawiyê gihîştin agirbesteke demkî. Her çend berpirsên Amerîkayê ragihand ku armancên wê operasyonê hatine bidestxistin, lê aloziyên li deverê berdewam in.