Îran projebiryara Amerîkayê li Encûmena Ewlehiyê red dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnertiya Îranê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku projebiryara Waşintonê ya ji bo Tengava Hurmizê siyasî ye û pirsgirêkan çareser nake, herwesa daxwazê ji welatan jî dike ku nekevin bin zexta Amerîkayê û wê projeyê red bikin.
Nûnertiya Komara Îslamî ya Îranê li Neteweyên Yekbûyî îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de helwesta welatê xwe li ser bizavên nû yên Amerîkayê yên li nava Encûmena Ewlehiyê ragihand. Tehranê Waşinton bi wê yekê tohmetbar kir ku projebiryareke "siyasî" pêşkêş kiriye.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku yekane çareseriya guncayî ji bo rewşa Tengava Hurmizê di sê xalan de kom bûye, ew jî: bidawîanîna herdemî ya şer, rakirina dorpêça deryayî û vegerandina hatin û çûna asayî ji bo nava wê tengavê.
Îran dibêje ku Amerîka di bin perdeya "azadiya deryavaniyê" de dixwaze ajendaya xwe ya siyasî bibe pêş û "rewatiyê bide karên xwe yên neqanûnî", ne ku bixweze qeyranê çareser bike. Bi gotina nûnertiya Îranê, ev pêngava Amerîkayê dê aloziyan kûrtir bike.
Îranê di wê peyamê de daxwaz ji welatên endamên Neteweyên Yekbûyî kir ku "li ser bingeha lojîk, dadperwerî û prensîpan" biryarê bidin, ne ku di bin bandora zextên Amerîkayê de. Herwesa daxwaz ji wan kir ku wê projebiryarê red bikin û xwe ji piştgirîkirina wê an sponsorkirina wê dûr bixin.
Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz li roja Duşemê, 4ê Gulana 2026ê ragihandibû ku welatê wî ligel welatên Erebî yên Kendavê mijûlî amadekirina projebiryareke nû ne, ji bo Encûmena Ewlehiyê li ser rewşa Tengava Hurmizê.
Waltz amaje jî dabû ku, ew biryarnameya pêşniyarkirî bi awayekî zelal daxwazê ji Îranê dike ku sê kiryarên sereke rawestîne: bidawîanîna êrişên li ser keştiyên bazirganî, rawestandina çandina mayînên deryayî li Tengava Hurmizê û destberdana ji bizavên Tehranê ji bo wergirtina "bac"ê ji keştiyên derbazbûyî.