Li ser dosya Serokê Şaredariya Stenbolê 29 kesên din hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Desthilata Dadweriyê ya Tirkiyeyê fermana girtinê ji bo 29 kesên din derxist, bi hinceta ku peywendiya wan bi dosyaya "sextekarî û gendeliyê" ya Serokê girtî yê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu re heye.

Ajansa "Anadolu"ê ya nûçeyan a Tirkiyeyê belav kir ku desthilata dadweriyê ya Tirkiyeyê di çarçoveya lêkolînên li ser dosyaya Serokê girtî yê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu de, îro (În, 08ê Gulana 2026ê) 29 kes jî bi gumanên sextekariyê girtine.

Li gorî zanyarên wê ajansê, ew 29 tohmetbarên ku îro hatine girtin bi karên neqanûnî û sextekariyê di rêya kompaniyeke dîzayna erd û parkan de, ku girêdayî Rêveberiya Park û Baxçeyên Şaredariya Stenbolê ye, hatine tohmetbarkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku fermana girtinê ji bo 30 kesan derketiye, lê ji ber ku yek ji daxwazkiriyan li derveyî Tirkiyeyê ye, wan nekariye wî bigirin.

Serokê girtî yê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu, ku wekî hevrikê herî bihêz ê partiya desthilatdar a Tirkiyeyê tê dîtin, di Adara sala 2025ê de hatiye girtin. Imamoglu bi 413 dosyayên sextekarî û gendeliyê tê tohmetbarkirin û bi giştî cezayê 2 hezar û 430 salên zîndanîkirinê ji bo wî hatine birîn.