Rêya Îtît – Baedrê ya du-sayd: 1800 karker bi şev û roj kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Karên di projeya çêkirina rêya du-sayd a navbera Îtît û Baedrê de bi lez û bez berdewam dikin. Ev proje ku dirêjahiya wê 27 kîlometre ye û ji sê qonaxan pêk tê, xaleke giring a girêdana navbera Hewlêr û Dihokê ye.

Di vê projeya mezin de 1800 karker û zêdetirî hezar amûr û wesayîtên kar, bi şev û roj dixebitin. Armanc ew e ku proje berî dema xwe ya diyarkirî were temamkirin û berî dawiya vê salê bikeve xizmeta welatiyan. Li gorî daneyên dawî, 95%ê karên di 10 kîlometreyên yekem de bi dawî bûne û kar li ser her du qonaxên din bi awayekî çir berdewam e.

Serperştyarê projeyê Dilovan Arif ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber xwezaya çiyayî ya deverê, proje gelekî zehmet e. Arif hinek hûrgiliyên teknîkî parve kirin û got: "Zêdetirî şeş mîlyon metre çargoşe karê birîna çiyan hatiye kirin û ji bo vê yekê zêdetirî 30 caran teqîn hatine encamdan. Her weha nêzîkî du mîlyon metre çargoşe karê dagirtinê hatiye kirin."

Dilovan Arif her weha bal kişand ser mezinahiya projeyê û diyar kir, çar kargehên mezin ên konkrîtê bi taybetî ji bo vê rêyê hatine avakirin û rojane nêzîkî çar hezar metre çargoşe karê konkrîtê lê tê encamdan.

Serperştyarê projeyê tekez kir, ev rê yek ji herî zehmetirîn û bêhempatirîn projeyên binesaziyê ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Tê pêşbînîkirin ku piştî temamkirina vê rêyê, liv û tevgera bazirganî û geştûguzariyê di navbera Dihok û Hewlêrê de gelekî zêde bibe û ewlehiya çûnûhatinê ji bo şofêran were misogerkirin.