Rêveberiya Avê: Îsal kêşeya kêmaviyê li Hewlêrê namîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Av û Kenalîzasyonê ya Herêma Kurdistanê ragihand, havîna îsal kêşeya kêmaviyê li bajarê Hewlêrê û derdora wê bi yekcarî bidawî dibe. Li gorî plana nû, dê 24 saetan ava paqij ji bo welatiyan were dabînkirin.
Rêveberê Giştî yê Av û Kenalîzasyonê Arî Ehmed ji Kurdistan24ê re aşkere kir, karên avakirina "Projeya Hawarçûna Bilez a Ava Hewlêrê" %100 temam bûne. Ehmed anî ziman ku niha %92ê karên girêdana xetên sereke yên projeyê bi tora giştî ya avê ya bajêr re bi dawî bûne. Tê payîn ku ev rêjeya kêm a mayî jî di nav mehek an mehek û nîvê de were temamkirin.
Derbarê taxên ku hîn bi tora nû ve nehatine girêdan, Arî Ehmed diyar kir ku piraniya herêmên bajêr niha di nav sîstemê de ne. Herwiha destnîşan kir, tenê hinek taxên kêm ên di navbera rêya Mûsil û rêya Kerkûkê de mane ku niha tîmên wan kar ji bo gihandina avê li wan deran dikin.
Ji aliyekî din ve, Arî Ehmed bang li welatiyan kir û got: "Me daxwaz ji niştecîh û kompanyayên weberhênanê kiriye ku wekî 'hevbeşê avê' navên xwe qeyd bikin. Li her projeyekê ku rêjeya qeydkirinê bigihîje 75%ê, hikûmet dê boryan bikişîne û wan bi tora giştî ve girê bide." Li gorî agahiyan, heta niha nêzîkî %45ê niştecîhên van projeyan navên xwe qeyd kirine.
Bi temamkirina van amadekariyan, biryar e ku di havîna sala 2026an de kêşeya kêmaviyê ya Hewlêrê bibe dîrok û dabeşkirina avê li seranserî bajêr bibe 24 saetî.