Li Xaneqînê peykerê şehîd Leyla Qasim hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 12ê Gulana 2026an, di 52emîn salvegera şehîdkirina Leyla Qasim de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê li bajarê Xaneqînê û bi amadebûna berpirsên hizbî û hikûmî, perde ji ser peykerê şehîd Leyla Qasim rakir. 

Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Zîba Teha di merasîma vekirina peyker de ji rojnamevanan re axivî û got: "Ev kar beşek e ji erkê me yê niştimanî bo rêzgirtin li dîrok û xebata şehîd Leyla Qasim. Ew wekî sembola berxwedanê û yekem jina Kurd a ku ji aliyê rejîma Beisê ve hatiye bidarvekirin, di dilê me de zindî ye." Teha herweha destnîşan kir, armanca wan gihandina peyama wêrekiya gelê Kurd e bo nifşên niha û paşerojê.

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, ku di merasîmê de amade bû, pesnê vê gava Yekîtiya Jinan da û got: "Şehîd Leyla Qasim mînaka herî bilind a jina Kurd e ku li hemberî dijmin serê xwe netewand." 

Ebdullah herwiha tekez kir, danîna peykerên şehîdan li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, îspata herî mezin a Kurdistaniya van deveran e ku bi xwîna lehengan hatiye parastin.

Şaxewan Ebdullah di beşeke din a daxuyaniya xwe de bal kişand ser proseyên siyasî yên li Bexdayê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê. Ebdullah eşkere kir ku dabeşkirina wezaretan di navbera pêkhateyan de bi dawî bûye, lê ji ber destwerdanên herêmî û navdewletî prose bo çend rojan hatiye paşxistin. 

Herwiha Şaxewan Ebdullah destnîşan kir, eger alî li hev bikin, dibe ku di vê heftiyê yan hefteya bê de, kabîneya nû ya hikûmetê were ragihandin.