Cotkarên Kurd li sînorê Sergeranê dest bi xwenîşandanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Cotkarên Kurd ên xwecihên çend gundên sînorê Sergeranê, ji ber rêgirtina li derbazbûna berhemên wan ên çandiniyê, kom bûn û nerazîbûna xwe anî ziman.
Peyamnêrê Kurdistan24ê vê êvarê (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) got: "Cotkarên Kurd ên çend gundên sînorê nahiyeya Sergeranê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, ji ber rêgirtina li derbazbûna berhemên wan, li hev civiyan û rêya serekî ya di navbera Kerkûk û Mûsilê de girt."
Peyamnêrê Kurdistan24ê herwiha diyar kir ku hêzeke zêde ya artêşa Iraqê gihîştiye cihê wê xwenîşandanê, ku li nêzîkî gundê Şeelê birêve diçe. Hêzên ewlehiyê bizavê dikin ku xwenîşandana wan cotkaran bidawî bînin û rêyê wê vekin.
Çend cotkarên gundê Şeelê dîmenên wê xwenîşandanê tomar kirine û ji Kurdistan24ê re şandine; ew tekez dikin ku heta rê li berhemên wan neyê vekirin, ew amade nînin rêya di navbera Kerkûk û Mûsilê de vekin.
Deverên Sergeran û Palkaneyê ên parêzgeha Kerkûkê ji sala 2017ê ve rûbirûyî arêşeyeke kûr a hevrikiya li ser erdên çandiniyê bûne. Cotkarên Kurd dibêjin ku ew erd ji bav û kalan ve milkên wan in, lê Erebên ku di serdema rejîma Beisê de li wê derê hatibûn xwecihkirin bi piştgiriya hinek aliyên Bexdayê bizavê dikin ku careke din destê xwe deynin ser wan erdan. Rêgirtina li berhema cotkaran di sala 2026ê de wekî parek ji zexta siyasî û aborî tê dîtin, daku Kurd dev ji gundên xwe berdin.