Balyozê nû yê Vatîkanê: Kurdistan di dilê Qedaseta Papa de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Gulanê pêşwazî li Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê Miroslaw Wachowski kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirina balyozê nû kir, hêviya serkeftinê di karê wî de jê re xwest û hemû piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo serkeftina erkê wî tekez kir.
Balyozê Vatîkanê li ser navê Qedaseta Papa, spasiya Serokê Hikûmetê kir ji bo piştevaniya wî û parastina mafên Krîstiyanan û hemû pêkhateyan. Herwiha bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê di geşepêdana çanda pêkvejiyana aştiyane de.
Balyozê Vatîkanê diyar kir, Kurdistan di dilê Qedaseta Papa de ye û ew her dem ji bo pêşketin, xêr û aştiya Kurdistanê dua dike.
Di beşeke din a hevdîtinê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û guftûgoyên li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê hatin gotubêjkirin.