Sûdanî gotara xatirxwestinê pêşkêş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe ya xatirxwestinê de bal kişand ser kar û pirojeyên xwe; lê veneşart jî ku hîn jî hejmareke arêşeyan li Iraqê, bi taybetî gendelî, hejarî û kêmiya elektrîkê, heye.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) gotara xwe ya xatirxwestinê pêşkêş kir û got: "Rêjeya hejariyê li Iraqê ji 25% heta nêzîkî 10% daketiye û bêkarî jî gihîştiye 13.5%."
Ev amarên Sûdanî di demekê de ne ku sûkên Iraqê ji ber bilindbûna nirxê kelûpelan û nebinecihiya bihayê dînara Iraqî dinalînin; herwiha nerazîbûnên li ser kêmiya fersendên kar li parêzgehên cuda cuda yên Iraqê jî hîn berdewam in.
Têkoşîna li dijî Gendeliyê:
Serokwezîrê Iraqê di derheqa rûbirûbûna gendeliyê de jî got: "Me karî zêdetir ji 383 milyon dolaran û 33 tometbarên gendeliyê ji derveyî welat vegerînin."
Lê li gorî raport û lêkolînan, Iraqê ji sala 2003ê heta 2020ê, her salê bi 35 milyar dolaran zirar dîtiye ku koma giştî ya van zirarên gendeliyê di 17 salan de gihîştiye 600 milyar dolaran.
Eger tenê ev amar ji bo salên 2021, 2022, 2024 û 2025an jî bê hesabkirin, zirara van 5 salên dawiyê jî dibe 176 milyar dolarên din. Bi vî awayî jî, koma giştî ya zirarên gendeliyê di 21 salên borî de gihîştiye 776 milyar dolaran, ku li gorî amarên sala 2024ê, ev wekhevî budçeya 5 salan a Iraqê ye.
Elektrîk û Gaz:
Sûdanî eşkere jî kir ku asta berhemanîna elektrîkê gihîştiye 29 hezar megawatan û veberhênana gazê jî ji bo 74% bilind bûye.
Tevî van amarên fermî yên ku Sûdanî amaje pê kiriye, pareke zêde ya bajarên Iraqê hîn jî di werzên germ de ji ber qutbûna berdewam a elektrîka neteweyî dinalînin û arêşeya sotemeniyê ji bo wêstgehan bi temamî nehatiye çareserkirin.