Celadê Nugreselmanê sibe bo cara duyê tê darizandin

Ecac Tikrîtî
Ecac Tikrîtî

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ku sibe Pêncşemê rûniştina duyê darizandina serpereştyarê girtîgeha Nugreselmanê Ecac Tikrîtî li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê bi amadebûna dozger û tîma parêzeran birêve biçe.

Parêzerê Enfalkiriyan di doza Ecac de Eyad Kakeyî îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Sibe (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) saet 10:00 ê sibehê, rûniştina duyê ya darizandina serpereştyarê girtîgeha Nugreselmanê Ecac Tikrîtî li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê birêve diçe."

Eyad Kakeyî herwiha got: "Biryar e ku di rûniştina sibe de guhdariya îfadeyên Ecac Tikrîtî bê kirin û ne dûr e ku dadgeh di heman rûniştinê de biryara dawiyê li ser çarenivîsa wî tawanbarî bide."

Roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026ê, bi biryara Dadgeha Resafeyê rûniştina Ecac ji bo 14ê Gulanê hatibû paşxistin, ev yek jî piştî ku îfadeyên 25 şahidên zindî hatin wergirtin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê; di dema rûniştina yekê de, Ecac Tikrîtî hejmareke wan tawanên ku li Nugreselmanê hatine kirin înkar kiribûn.

Ji ber wê yekê jî dadgehê ew doz paşxist, daku zêdetir lêkolînan li ser wê dozê bikin. Lê tiştê ecêb ew bû ku piraniya kesên di nav wê holê de amade bûbûn behsa wan tawanên hovane dikir ên ku Ecac Tikrîtî bi xwe kiribûn.