Sûdanî bo posta Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed berbijar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê, di civînekê de ligel parêzgar û hejmareke parlamenterên Besrayê, bi rengekî fermî berbijarê hevpeymaniya xwe ji bo posta Wezareta Petrolê di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de ragihand.
Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) pêşwaziya hejmareke endamên Parlamentoya Iraqê yên li ser pişka parêzgeha Besrayê kir. Ew hevdîtin bi amadebûna Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî bi rê ve çû.
Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê, di wê hevdîtinê de nirxandin ji bo pêşveçûnên siyasî yên dawiyê û rêya pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hat kirin.
Berbijarê Besrayê ji bo Wezareta Petrolê
Di pareke sereke ya wê civînê de, Sûdanî bi rengekî fermî parlamenterên Besrayê haydar kirin ku wî biryar daye Basim Mihemed Xuzeyr ji bo birêvebirina Wezareta Petrolê berbijar bike.
Sûdanî diyar jî kir ku Basim Mihemed yek ji kurên parêzgeha Besrayê ye û xwedî şarezayî û jêhatîbûneke temam e; lewma wî daxwaz ji nûnerên Besrayê kir ku di nav parlamenê de piştgiriya wî bikin.
Sûdanî li dawiya wê hevdîtinê jî tekez li ser giringî û pêdivîtiya hevahengî û hevkariya di navbera hemî aliyên siyasî û neteweyî kir, daku pêvajoya avakirina hikûmeta nû bi lez bi dawî bibe.
Civîna Çarenivîssaz a Parlamentoyê
Biryar e ku sibe (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) saet 16:00, Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser kabîneya Serokwezîrê Raspartî Elî Zeydî bicive.
Li gorî zanyarên ku gihîştine Kurdistan24ê, hêzên siyasî û komên parlamentoyê li ser formeke dawiyê ya parvekirina postan li hev kiriye. Di vê çarçoveyê de, ji bo pirkirina posta her wezaretekê, aliyan navên sê berbijaran danîne ser maseya serokwezîrê raspartî, daku yek ji wan bê hilbijartin.
Ev di demekê de ye ku Elî Zeydî li roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026ê, bernameya wezarî ya hikûmeta nû pêşkêşî Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî kiribû.