Ezm: Divê pêdaçûn bo bawerîdana bi kabîneya Zeydî bê kirin

Hevpeymaniya Ezmê
Hevpeymaniya Ezmê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku hin berbijarên wê nekarî dengên pêdivî ji bo wezaretan bi dest bixin, Hevpeymaniya Ezmê daxwaza pêdaçûneke cidî di pêvajoya bawerîdana bi kabîneya Elî Zeydî de dike û tekezê li ser wergirtina mafên xwe yên hilbijartinê dike.

Hevpeymaniya Ezmê bi serokatiya Musena Samerayî îro (În, 15ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li ser rûniştina duhî ya Parlamentoya Iraqê nîşan da. Hevpeymaniya navbirî ragihand ku divê pêdaçûneke cidî di bingeha "hevparî û hevsengiyê" de bê kirin hêz û pêkhate mafên xwe yên rastîn werbigirin.

Hevpeymaniya Ezmê bang li hemî hêzên siyasî yên Iraqê kir ku bi ruheke neteweyî serederiyê ji bo çareserkirina arêşeyan bikin. Di wê daxuyaniyê de hatîye tekezkirin: "Piştgiriya me ji bo hikûmeta Elî Zeydî, bi manaya destberdana ji mafên me yên hilbijartinê naye."

Sedema Aloziyan Çi Bû?

Ev helwesta Hevpeymaniya Ezmê piştî wê yekê tê ku duhî, di dema dengdana li ser kabîneya nû de, alozî di nav hola parlamentoyê de derketin. Sedema sereke ya wan aloziyan jî ew bû ku hejmareke berbijarên wezaretan, ku bi ser Hevpeymaniya Ezmê ve bûn, nekarî dengên pêdivî ji parlementeran werbigirin û baweriyê bi dest bixin.

Parlamentoya Iraqê di civîna duhî de  bawerî da karnameya hikûmetê û 14 wezîrên kabîneya Elî Zeydî, lê ji ber duberekiya di navbera fraksiyonên Şîe û Suneyan de li ser wezaretên mayî, ew rûniştin ji bo demeke din hat paşxistin.