Trump: Me ligel Çînê li ser bidawîanîna arêşeya Îranê li hev kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê li paytexta Çînê ragihand ku ew ligel Pekînê li ser çareserkirina krîza Îranê gihîştine hevfêmkirineke baş. Trump tekez jî kir ku ew rêyê nadin Tehran bibe xwediya çekê atomî û divê Tengava Hurmizê jî li ber bazirganiya cîhanî vekirî bimîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (În, 15ê Gulana 2026ê) di roja dawiyê ya serdana xwe ya bo Çînê de, li ser aloziyên ligel Îranê daxuyaniyên giring dan. Trump diyar kir ku gelek ji wan arêşeyên ku bo hinekên din çareser nedibûn, wan çareser kirine.
Serokê Amerîkayê ku careke din ligel Serokê Çînê civiya, amaje bi nêzîkbûna dîtinên her du welatan kir û got: "Em hest bi nêzîkbûneke zêde dikin, li ser wê yekê ka em çawa dawiyê bi vê rewşê bînin."
"Divê Tengava Hurmizê Vekirî Bimîne"
Trump di civîna xwe ya ligel Serokê Çînê de daxwazên Waşintonê dubare kirin û ragihand: "Em naxwazin Îran bibe xwediya çekê atomî û em dixwazin Tengava Hurmizê vekirî bimîne." Trump herwiha serdana xwe ya bo Pekînê wekî serdaneke "nimûneyî" wesif kir.
Li ser aliyê aborî jî, Trump destnîşan kir ku wan lihevkirinên bazirganî yên gelek baş ligel Çînê îmze kirine û gihîştine peymanên mifadar, ku di berjewendiya her du aliyan de ne.
Bangewaziya Çînê Bo Agirbestê
Ji aliyekî din ve jî, Wezareta Derve ya Çînê di daxuyaniyekê de li ser rewşa Îranê ragihand ku divê di zûtirîn dem de agirbesteke herdemî û giştgir bê ragihandin. Pekînê daxwaza dîtina çareseriyeke bilez bo wê krîzê kir û amaje da ku ev çareserî dê di berjewendiya Amerîka, Îran û hemî welatên deverê de be.
Ev pêşveçûnên dîplomatîk di demekê de ne ku, piştî şerê sê mehî yê di navbera Amerîka û Îranê de, bizavên navdewletî bo veguherandina agirbesta demkî bo peymaneke aştiyê ya herdemî zêde bûne.