Lavrov: Divê destwerdana serbazî li Îranê bi dawî bibe û agirbest were ragihandin

Sergey Lavrovy
Sergey Lavrovy

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê hişyarî da ku bizavên Amerîkayê bo guhertina rejîmê an destwerdana serbazî dê rewşa Rojhilata Navîn aloztir bike. Lavrov tekez jî kir ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê bê hincet in.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovy îro (În, 15ê Gulana 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de li Nû Delhî (paytexta Hindistanê) ragihand: "Divê astengiyên li pêşiya Tengava Hurmizê bên rakirin û di zûtirîn dem de şerê Îranê bi dawî bibe û lihevkirinek bê kirin."

Lavrov rexne li siyaseta Waşintonê girt û diyar kir: "Bizavên Amerîka û Rojava bo destwerdana serbazî yan guhertina sîstema siyasî li Rojhilata Navîn û Afrîkayê rewşê hîn aloztir dike û arêşeyan kûrtir dike."

Navbirî di derheqa aloziyên Tehranê de jî got: "Bo çareserkirina arêşeya Îranê, divê em di bingeha pirsgirêkê bigehin. Ew destdirêjiyên ku Amerîka û Îsraîl li ser Îranê dikin bê hincet in."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha amaje bi rola Hindistanê jî kir û destnîşan kir ku Nû Delhî dikare di navbera Îran û welatên Erebî de rolekî giring bo hênikkirina rewşê bilîze.

Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî her li ser wê mijarê ragihand ku şerên "neqanûnî" yên Amerîkayê sîstema cîhanî lawaz kiriye. Iraqçî herwiha bang kir ku divê guhertinên bingehîn di nav Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de bên kirin.