IMF li ser îhtîmala pêşkêşkirina alîkariya darayî bo Iraqê daxuyaniyek da
Navenda Nûçeyan (K24) - Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) ragihand ku nîqaşên wan li ser pêşkêşkirina piştgiriya darayî bo wan welatên ku ji ber şerê Rojhilata Navîn zirar dîtine berdewam in, lê haydariyên li ser daxwaza fermî ya Iraqê bo alîkariyê piştrast nekirin.
Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê Berdevka Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) Julie Kozack di konferansekî rojnamevaniyê de ragihand ku ew sindoq li ser nîqaşkirina alîkariyên darayî yên muhtemel bo welatên endam berdewam e, ku ji ber bilindbûna nirxê enerjî û kelûpelan rûbirûyî astengiyan bûne.
Kozack di daxuyaniya xwe de hûrgiliyên taybet li ser navên welatan eşkere nekirin û amade nebû tu şîroveyekê li ser raportekê bide ku Iraqê daxwaza piştgiriya darayî ji wê sindoqê kiriye.
Şokên Aborî û Şêwirmendiya Navdewletî
Berdevka navborî amaje bi wê yekê jî kir ku hejmareke welatan daxwaza piştgiriya aborî û şêwirmendiyê ji sindoqê dikin, bi merema dîtina rêkarên guncayî ji bo bersivdana wan şokên aborî yên ku li gorî rewşa her welatekî tên guhertin.
Raportên medyayî amaje bi wê yekê kiribû ku Iraqê ji ber encamên şerê Rojhilata Navîn û bilindbûna nirxê enerjiyê daxwaza alîkariya darayî ji Sindoqa Navdewletî ya Dirav kiriye.
Ev di demekê de ye ku Rêvebira Giştî ya Sindoqê Kristalina Georgieva pêşter dabû xuyarkirin ku dibe ku nêzîkî 12 pêdivîtiya welatan bi piştgiriya darayî hebe, ku di navbera 20 heta 50 milyar dolaran de ye.