American Airlines geştên xwe yên bo Îsraîlê hilweşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya asmanî ya Amerîkî American Airlines, hemû geştên xwe yên ber bi Îsraîlê ve heta serê sala 2027an hilweşandin. Ev biryar di demekê de tê ku Îsraîl û Amerîka ji bo destpêkirina êrîşeke nû ya li ser Îranê di amadebaşiya tam de ne.
Li gorî nûçeya Kanal 12 a Îsraîlê, mezintirîn hêla asmanî ya cîhanê American Airlines, ji ber metirsiyên ewlehiyê û egera gurkirina şer, hemû geştên xwe yên ber bi Tel Avîvê ve heta meha Çileya 2027an hilweşandin.
Malpera Axios aşkere kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîne. Di hevdîtinê de her du serokan pêşhatên şerê li dijî Îranê û egera berfirehbûna operasyonên leşkerî gotûbêj kirine.
Saziya weşana fermî ya Îsraîlê, li ser zarê çavkaniyekî agahdar ragihand, Îsraîl û Amerîka ji bo êrîşeke nû ya ser Îranê di amadebaşiyeke mezin de ne. Hat diyarkirin ku heke Donald Trump "çira kesk" pê bixe, artêşa Îsraîlê û ya Amerîkayê dê operasyoneke hevbeş li dijî Îranê dest pê bikin. Di vê operasyonê de armanca sereke ya Îsraîlê, jêrxaneya kerta enerjiya Îranê ye.
Berpirsên Îsraîlî diyar dikin ku amadekariyên wan ên ji bo şerê Îranê bê navber berdewam dikin, lê biryara dawî bi helwesta Donald Trump ve girêdayî ye. Trump jî duh Yekşemê hişyariyeke tund dabû Tehranê û xwestibû ku mercên Amerîkayê yên ji bo dawîanîna şer qebûl bikin.
Aloziya rasterast a leşkerî di 28ê Sibata borî de dest pê kiribû, dema ku Amerîka û Îsraîlê êrîşeke berfireh biribûn ser Îranê û tê de Rêberê Îranê û gelek berpirsên payebilind hatibûn kuştin. Îranê jî bi êrîşên ser Îsraîlê û bingehên Amerîkayê bersiv dabû.
Piştî 39 rojên şerê giran, bi destpêşxeriya Trump agirbestek hatibû ragihandin. Her çendî her du alî bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabada paytext civiyan jî, lê ti rêkeftineke siyasî nehat kirin. Ev yek jî egera destpêkirina xuleke nû ya şer zêdetir dike.