Ferhad Têlo: Para Kurdan di Parlamena Sûriyê de divê herî kêm 40 kursî be

Qamişlo (K24) – Hejmara kêm a kursiyên ku ji bo Kurdan di parlamena Sûriyê de hatine veqetandin, di nav kolana kurdî û aliyên siyasî de bûye sedema nerazîbûn û dilgiraniyê. Siyasetmedar û şîrovekarên Kurd dibêjin, ev nûnertî, ne li gorî serjimara Kurdan a li Sûriyê ye.

Di hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê (Parlamen) de, ji bo parêzgeha Hesekê tenê 4 kursî ji bo nûnerên Kurd hatine veqetandin. Ev hejmar ji aliyê gelek aliyên siyasî û pisporan ve wekî "kêmasiyeke mezin" tê dîtin.

Şîrovekarê Siyasî Silêman Ilyas di derbarê mijarê de bal kişand ser giringiya yekdengiya Kurdan û got: “Gerek em bi rengekî gelekî bihêz û bi kesên pispor beşdar bin. Divê nûnerên me di warê qanûnî û peywendiyên navdewletî de şarezabûnê nîşan bidin, da ku karibin li parlamenê baweriyê çê bikin ku em her çendî beşek ji Sûriyê bin jî, em neteweyek in; ziman û çanda me heye û em mafên xwe dixwazin.”

10 partiyên siyasî yên kurd nerazîbûna xwe derbarê hejmara kurdan di perlemana Sûriyê de bi daxuyaniyekê nîşan dan, ew aliyên siyasî dibêjin, para kurdan li parêzgeha Hesekê, ne li gorî hejmara wan e.

Sekreterê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo jî nerazîbûna xwe li hemberî hejmara kursiyan nîşan da û diyar kir, Kurd li gelek bajaran (Heleb, Şam, Hama, Laziqiye û Rojava) belav bûne. Têlo got: “Pirsgirêk ne 4 kursî yan 10 kursî ne. Nûnertiya rastîn a gelê Kurd li Sûriyê divê herî kêm 40 kursî be. Heke serjimara Kurdan li Rojava tenê 400 hezar kes were hesibandin jî, dîsa ev 4 kursî kêm in.”

Di daxuyaniyên partiyên siyasî de hate destnîşan kirin ku nûnertiya Kurdan di saziyên dewletê de, divê li gorî serjimara wan û bandora wan a siyasî be. Berpirsên Kurd tekez dikin ku bi sîstemeke wiha, dengê Kurdan di parlamena Sûriyê de lawaz dimîne û daxwazên wan ên neteweyî nayên bicihanîn.

Tevî cudahiya dîtinan li ser hejmarê, hemû alî li ser xaleke hevpar li hev dikin: Divê Kurd bi nûnertiyeke bihêz û bi kesên jêhatî li parlamenê amade bin, da ku parastina mafên rewa yên gelê Kurd bikin.