ENKS ji Şamê re: Bihayê genim lêçûnên cotkaran dernaxe û sektora çandiniyê dixe metirsiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteryaya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), nerazîbûna xwe li hember bihayê kirîna genim ê ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatî diyarkirin nîşan da û daxwaza guhertineke bilez kir.
Sekreteryaya Giştî ya ENKS’ê, îro 17’ê Gulana 2026’an, daxuyaniyek derbarê bihayê genim ê îsal belav kir. ENKS’ê diyar kir, bihayê ku ji aliyê Wezareta Aborî ya Hikûmeta Demkî ve hatiye diyarkirin, di bin astê lêçûnên cotkaran re ye û barê wan girantir dike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku giranbûna lêçûnên wekî mazot, gubre û tov, barê cotkaran girantir kiriye û îsal çandinî di nav rewşeke aborî ya giran de tê kirin. Li gorî ENKS’ê, ev bihayê kêm, ne tenê zirarê digihîne cotkaran, lê di heman demê de paşeroja sektora çandiniyê dixe metirsiyê û dibe sedem ku cotkar dev ji çandina berhemên stratejîk ên mîna genim berdin.
Sekreteryaya Giştî ya ENKS’ê ji bo çareserkirina vê krîzê ev daxwaz pêşkêş kirin:
- Divê biha bi rengekî bilez were zêdekirin, da ku lêçûnên cotkaran derbikevin û qezenceke adil ji wan re bimîne.
- Divê siyasetên aborî û çandiniyê yên piştgir werin meşandin û barê li ser milê cotkaran were sivikkirin.
- Tov, gubre û pêdiviyên çandiniyê bi bihayên erzan û bi piştgiriya dewletê werin peydakirin.
- Cotkar ji siyastên kedxwarî û bacên giran werin parastin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku parastina cotkaran û sektora çandiniyê, berpirsyariyeke neteweyî û exlaqî ye. ENKS’ê tekez kir ku parastina berhemanîna çandiniyê, parastina ewlehiya xwarinê û aramiya civakî û aborî ya welat e.
Ev daxuyaniya ENKSê piştî wê tê, Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyê bi biryarekê bihayê kirîna genimê îsal eşkere kir. Li gorî biryarê, bihayê tonek genimê hişk ê pileya yekem ji bo werzê 2026’an, wekî 46 hezar lîreyên nû yên Sûriyê hat diyarkirin. Ev nirx jî, di nav cotkaran de bûye sedema nerazîbûneke mezin.