Serok Barzanî pîrozbahî li qehremanê MMA’yê Namo Fazil kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber serkeftina mezin a ku li Amerîkayê di warê hunerên şerî yên têkel (MMA) de bidest xistiye, pîrozbahî li werzişvanê Kurd Namo Fazil kir.

Serok Mesûd Barzanî, li ser hesabê xwe yê tora civakî X (Twitter), peyameke pîrozbahiyê ji bo qehremanê navdewletî Namo Fazil weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de pesnê jêhatîbûna vî ciwanê Kurd da û ragihand: "Ez pîrozbahiyê li qehremanê navdewletî, ciwanê qehreman û jêhatî yê Kurd Namo Fazil dikim, ji bo wê serkeftina kêmwêne ya ku di qehremaniya MMA’yê de li Amerîkayê bidest xistiye."

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: "Namo Fazil cihê şanaziya hemû Kurd û Kurdistanê ye. Ez destxweşiyê lê dikim û hêviya serkeftinê û herdem pêşengbûnê ji bo wî dixwazim."

Şevê borî qehremanê Kurd Namo Fazil, di beşdariya xwe ya dawî ya qehremaniya hunerên şerî de li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê, hevrikê xwe Jake Babian têk bir.

Serkeftina mezin a Namo Fazil di ser platforma Netflixê re ji aliyê mîlyonan temaşevan ve hat dîtin. Di nûçeyan de bi sernivîseke mezin hatibû nivîsandin: "Namo Fazil stuyê Jake girt, nêzîk bû wî bifetisîne."

Namo Fazil, ku gelek caran wekî "Nifşê Selahedîn" tê binavkirin, di hemû qehremanî û yariyan de bi ala Kurdistanê derdikeve meydanê. Wî di koma 10 yariyê de tenê yek winda kiriye û tê çaverêkirin ku di demeke nêz de derfeta beşdarbûna di qehremaniyên cîhanî yên UFC de ji bo wî çêbibe.

Namo Fazil piştî serkeftina xwe di daxuyaniyekê de ragihand: "Min ruhê şer û berxwedanê ji Kurdan girtiye; Kurd hemû Pêşmerge ne û ji mirinê natirsin."