Trump hişyarî da Îranê: Yan biryarê bidin yan jî hûn ê her tiştî winda bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi peyameke tund hişyarî da serokatiya Îranê ku di zûtirîn dem de biryara dawiyê bidin. Trump gefa êrîşeke leşkerî ya "herî giran" xwar û ragihand, ew ê roja Sêşemê li "Odeya Operasyonan" bi tîma ewlehiyê re bicive.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro Yekşemê (17ê Gulana 2026an) li ser hesabê xwe yê torên civakî (Truth Social) peyameke tund arasteyî rayedarên Tehranê kir.
Trump di peyama xwe de got: “Ji bo Îranê dem ber bi dawîbûnê ve diçe. Baştir e ku hûn bi lez bikevin tevgerê û biryara xwe bidin, nexwe dê tiştek ji we re nemîne. Dem pir hestiyar û cewherî ye!”
Herwiha Serokê Amerîkayê ji malpera Axiosê re ragihand, heke Îran pêşniyareke guncan û baştir ji bo rêkeftinê pêşkêş neke, dê bi êrîşên herî tund re rû bi rû bimînin. Trump got: “Dê êrîşî wan were kirin, bi rengekî ku ji berê pir tundtir be.”
Li gorî zanyariyên ku berpirsên Amerîkî dane malpera Axiosê, Trump her çendî dixwaze bi rêya rêkeftinekê dawî li şer bîne jî, lê ji ber serhişkiya Tehranê û berdewamiya bernameya atomî, bijardeya leşkerî dîsa ketiye pêşiyê. Biryar e roja Sêşemê Trump li "Odeya Operasyonan" bi tîma ewlehiya niştimanî re bicive, da ku bijardeyên êrîşa leşkerî ya ser Îranê gotûbêj bikin.
Di heman çarçoveyê de, hat ragihandin ku Trump îro bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi rêya telefonê axiviye û her du aliyan li ser "dosya Îranê" guftûgo kirine.
Ev aloziya nû piştî şerê dijwar ê ku di 28ê Sibata 2026an de dest pê kiribû, tê. Di wê demê de Amerîka û Îsraîlê operasyoneke hevbeş a mezin pêk anîbûn û tê de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û gelek fermandeyên payebilind hatibûn kuştin.
Îranê jî di bersivê de bi mûşek û dronan êrîşî Îsraîlê û bingehên Amerîkayê yên li Kendav, Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû. Herwiha Îranê Tengava Hurmizê girtibû ku bûbû sedema krîzeke aborî ya cîhanî û giranbûna bihayê neftê.
Şerê ku 40 rojan dom kiribû, bi navbeynkariya Pakistanê veguherîbû agirbesteke demkî. Her çendî li Îslamabada paytextê Pakistanê danûstandinên rasterast di navbera Washington û Tehranê de berdewam dikin jî, lê heta niha rêkeftineke dawî nehatiye kirin.