Ji bo cara yekem, nûnerê taybet ê Trump bi serdanekê gihîşt girava Grînlandê
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê taybet ê Donald Trump ê ji bo girava Grînlandê, Jeff Landry, bi serdaneke fermî ya çend rojî gihîşt giravê. Ev serdan di çarçoveya hewildanên Amerîkayê yên ji bo bihêzkirina bandora xwe ya li herêma Arktîkê de pêk tê.
Rojnameya "Sermitsiaq" a Grînlandê ragihand ku Jeff Landry, yê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wekî nûnerê taybet ê ji bo Grînlandê hatî erkdarkirin, ligel şandeyeke 10 kesî gihîşt giravê. Tê çaverêkirin ku îro Duşemê (18.05.2026) Balyozê Amerîkayê yê li Danîmarkayê jî tevlî şandeyê bibe.
Li gorî bernameya serdanê, Jeff Landry (ku di heman demê de parêzgarê eyaleta Louisiana ye) dê roja Sêşem û Çarşemê li Nuuka paytext beşdarî Foruma Aborî ya bi navê "Paşeroja Grînlandê" bibe. Di vê forumê de veberhêner, siyasetmedar û serokên karsaziyê dê li ser projeyên aborî yên hevbeş gotûbêjan bikin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Danîmarkayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku armanca serdanê "guhdarîkirina daxwazên xelkê Grînlandê, berfirehkirina derfetên aborî û zêdekirina hevtêgihiştina di navbera Washington û Nuukê de ye."
Donald Trump di 22ê Cileya 2026’an de, Jeff Landry wekî nûnerê xwe yê taybet diyarkiribû. Trump bi berdewamî tekez dike ku Grînland ji bo "ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê" pêdiviyeke stratejîk e. Li gorî dîtina Trump, heke Amerîka peywendiyên xwe bi giravê re xurt neke, dê Grînland bikeve bin bandora Çîn an jî Rûsyayê.
Her çendî Trump berê gefa "pêvekirin Grînlandê bi Amerîkayê re" xwaribû, lê piştî civînên sêalî yên li Washingtonê di navbera Kopenhag (Danîmarka), Nuuk û Washingtonê de, ev zimanê gefê hinekî nerm bûye.
Tevî vê serdana giring û hewildanên Amerîkayê, Serokwezîrê Grînlandê Jens Frederik Nielsen hefteya borî ragihandibû ku di navbera her sê aliyan (Grînland, Danîmarka û Amerîka) de hîn tu rêkeftineke fermî nehatiye îmzekirin. Ev serdana Landry wekî hewildanek nû ya Washingtonê ji bo nêzîkkirina nêrînan tê nirxandin.