Bahçeli ji bo Ocalan 'statuya civakî' û 'koordînatoriyê' pêşniyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê MHP’ê Devlet Bahçeli diyar kir ku ji bo birêvebirina tendurist a proseya çekdanînê, dikare "statuyeke civakî" ji Abdullah Ocalan re were dayîn. Bahçeli pêşniyar kir, navê vê statuyê bibe "Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê".

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli, di hevpeyvîneke berfireh de ji bo rojnameya Türkgünê, derbarê pêvajoya çekdanîna PKK’ê û rola Abdullah Ocalan de pêşniyarên nû û krîtîk anîn ziman.

Bahçeli destnîşan kir, ji bo ku pêvajoya çekdanînê di nav çarçoveyeke fermî û tendurist de bimeşe, hewcedarî bi pênasekirina statuyeke nû heye. Bahçeli got: "Bi şertê ku rewşa wî ya mehkûmiyetê wekî xwe bimîne, dayîna statuyeke civakî ji bo Ocalan, dê birêvebirina çekdanîna PKK’a hilweşandî û pêkhateyên wê hêsantir bike. Di vê çarçoveyê de, pênaseya 'Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê' dikare bibe statuyeke guncav."

Serokê MHP’ê bawer dike ku krîza herî mezin a Tirkiyeyê ber bi dawiyê ve diçe. Bahçeli anî ziman ku armanca "Tirkiyeya bê teror" bi gavên rast ên di dema xwe de hatine avêtin, hêdî hêdî dibe rastî. Herwiha tekez kir ku niha li Tirkiyeyê hemû mercên siyasî, yasayî û civakî ji bo serkeftina vê pêvajoyê amade ne.

Bahçeli herwiha bal kişand ser giringiya xebatên di bin banê parlamenê de û diyar kir ku "Komîsyona Hevxebata Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" di vê qonaxê de wezîfeyeke dîrokî bi cih tîne. Li gorî Bahçeli, êdî astengiyên herî giran hatine derbaskirin û Tirkiye ber bi serdemeke nû ve gavan diavêje.

Ev pêvajoya nû, di Cotmeha sala 2024’an de bi destpêşxeriya Serokê MHP’ê Devlet Bahçeli dest pê kiribû. Bahçeli wê demê bang li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribû ku bangawaziya hilweşandina rêxistinê bike.

Li ser vê bangê, di 27’ê Sibata 2025’an de Abdullah Ocalan peyameke dîrokî weşand û xwest ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî were anîn. Di berdewamiya vê pêvajoyê de, PKK’ê di navbera 4 û 5’ê Gulana 2025’an de 12’emîn Kongreya xwe ya Awarte lidar xist û bi fermî biryara dawîanîna li hebûna xwe ya rêxistinî û şerê çekdarî ragihand.