Cotkarên Kerkûkê dijî kêmkirina bihayê genim nerazîbûna xwe nîşan dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên parêzgeha Kerkûkê û herêmên derdora wê, li dijî biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo kêmkirina bihayê genim daketin kolanan. Cotkar daxwaz dikin ku navên wan bikeve plana fermî ya çandiniyê û berhemên wan bi nirxê dadwerane werin wergirtin.

Bi sedan cotkarên ji deverên Sergeran, Pelkane, Daqûq, Leylan û Şiwanê îro 18ê Gulanê li herêma Topzawayê civiyan û nerazîbûna xwe li hember biryara dawî ya Bexdayê nîşan dan. Biryara hikûmeta Iraqê dibêje, her tonek genimê cotkarên "derveyî plana çandiniyê" dê bi tenê 500 hezar dînarî were kirîn. 

Cotkarên beşdarî xwenîşandanê bûne ji Kurdistan24ê re axivîn û diyar kirin ku ev biha pir kêm e û lêçûnên çandinê dernaxe. Cotkaran destnîşan kir ku lêçûna çandina her donimekê nêzî 400 heta 500 hezar dînarî ye û bi vî nirxî ew dikevin zirareke mezin.

Sedema sereke ya vê krîzê ji bo cotkarên Kurd, pirsgirêkên siyasî û bicihnekirina Madeya 140 a destûra Iraqê ye. Ji ber kêşeya xwedîtiya zeviyan, hikûmeta federal navên cotkarên Kurd naxe nav "plana fermî". Di dema ku cotkarên din ên di nav planê de tonek genim bi 800 hezar dînarî difroşin dewletê, cotkarên Kurd bi 500 hezarî re rû bi rû hatine hiştin.

Cotkarên nerazî herwiha ragihandin ku heqdestên wan ên salên borî jî hîn ji aliyê Bexdayê ve nehatine dayîn. Cotkaran bang li hikûmeta nû ya Iraqê kirin ku vê biryara "nedadwerane" biguherîne û rê li ber kedxwariya keda wan a salekê bigire. Ew daxwaz dikin ku mîna hemû cotkarên din ên Iraqê, mafên wan jî werin parastin û berhemên wan bi nirxê standard werin kirîn.