Dilşad Şehab: Îtalya û Vatîkanê piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Îtalya dê li ser piştgirîkirina hêzên Pêşmergeyan û parastina tenahiyê berdewam be. Eşkere jî kir ku Vatîkan bi girîngiyeke mezin ve li pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê dinêre.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de li Romê ragihand: "Di vê rewşa aloz de ku dever bi giştî vegirtiye, Herêma Kurdistanê pêgeheke giring li deverê heye, bi taybetî wekî devereke aram û tena."

Dilşad Şehab amaje bi wê yekê jî kir ku welatên deverê wekî karektereke çalak li Herêma Kurdistanê dinêrin. Wî bal kişand ser civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Papayê Vatîkanê Leoyê Çardeyê de, ku tê de bi giranî behsa pîroziya pêkvejiyanê li Kurdistanê hatîye kirin.

Kurdistan Wekî Nimûneyeke Serkeftî ya Pêkvejiyanê

Herêma Kurdistanê wekî nimûneyeke serkeftî li deverê hat wesfkirin û Dilşad Şehab got: "Papa Leoyê Çardeyê bi girîngiyeke mezin ve behsa tevahiya netewe û pêkhateyan kir, ku li Herêma Kurdistanê bêyî tu astengî pêkve dijîn."

Navborî eşkere jî kir ku tewerekî din ê wê civînê li ser êrîşên komên çekdar ên neqanûnî bû, ku berî niha zirar gihandibûn Herêma Kurdsitanê. Di vî warî de Serokê Herêma Kurdsitanê ji Papayê Vatîkanê re tekez kiriye ku: "Em qet parek ji wî şerî nebûn û tevahiya pêkhate û ol û mezheban dê parastî û bisilamet bin; ji ber ku ew pareke resen a Kurdistanê ne û dê her bi vî rengî jî bimînin."

Peywendiyên ligel Îtalyayê û Yekkirina Pêşmergeyan

Li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser rola bibandor û giring a Îtalyayê di şerê li dijî DAIŞê de, herwesa ragihand ku Îtalyayê alîkarî û piştevaniyeke mezin pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan kiriye, herwesa di dosyeya yekkirina hêzên Pêşmergeyan de jî alîkar bûn û heta niha jî berdewam e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) bi serdaneke fermî gihîşt Romaya paytexta Îtalyayê û biryar e ku di çarçoveya vê geştê de ligel Serokkomarê Îtalyayê û hejmareke berpirsên bilind ên hikûmeta Îtalyayê û dewleta Vatîkanê civînên cuda bike.