Fars News: Keştiyeke Îranî dorpêça Amerîkayê li Tengava Hurmizê şikand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdem ligel daxuyaniya ajansa "Fars"ê ya Îranî li ser derbazbûna keştiyeke petrolhilgir ji dorpêça deryayî ya Amerîkayê li Tengava Hurmizê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku wan heta niha rêya 84 keştiyan guhertiye, ku dixwest ber bi benderên Îranê ve biçin.

Li gorî raporteke ajansa nûçeyan a "Fars"ê ya nêzîkî Pasdarên Îranê, keştiyeke petrolhilgir a Îranê, ku di bin sîstema cezayên Waşintonê de ye, karî ji xeta dorpêça deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Tengava Hurmizê derbaz bibe û bi silametî bigihîje benderên Îranê.

Wê ajansê amaje bi wê yekê jî kiriye ku wê keştiyê barê Gaza Şilkirî (LPG) hilgirtibû û berî du hefteyan li peravên welatê Hindistanê hatibû dîtin. Wê keştiyê karî bi awayekî serkeftî û bêyî ku ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîkayê ve bê destnîşankirin ji xeta wê dorpêçê derbaz bibe û niha li bendera girava "Xarg"ê di nav avên Îranê de lenger avêtiye.

CENTCOM: Me Rê li Ber 84 Keştiyan Girtiye

Hevdem ligel vê daxuyaniya Tehranê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) nûtirîn amara çalakiyên xwe yên deryayî di çarçoveya bicihanîna dorpêça li ser Komara Îslamî ya Îranê de belav kir.

Li gorî raporta fermî ya CENTCOMê, heta îro, hêzên deryayî yên Amerîkayê li Deryaya Erebî û deverê kariye:

- Arasteyê 84 keştiyên bazirganî biguherînin, ku bizav kiriye ji wê dorpêçê derbaz bibin û biçin nav benderên Îranê.
- 4 keştiyên din ên bazirganî jî bi temamî ji kar xistine.
Ev alozî û rûbûnên deryayî di demekê de ne ku her du welat bo destpêkirina danûstandinan di qonaxeke hestiyar a pevguherandina şertên dîplomatîk de ne. Her wekî ku duhî hatibû eşkerekirin, nasandina serweriya Îranê li ser Tengava Hurmizê yek ji pênc daxwazên serekî yên Tehranê ye.