Ji ber tozê bi sedan kes bo nexweşxaneyan hatin rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, ji ber pêla tozê ku li çend parêzgehên welat rabûye, bi sedan kes bihna wan teng bûye û ji bo nexweşxaneyan hatine rakirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, ji ber rabûna tozê ku bandoreke neyênî li ser jiyana welatiyan kiriye, bi dehan kes bi pirsgirêkên nefesê re rûbirû mane. Rêveberiya Operasyonan û Xizmetên Bijîşkî yên Lezgîn heta niha 226 halet tomar kirine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Ebdulhuseyn El-Mûsewî ragihand, wî bi ferman daye hemû saziyên tenduristiyê ku di amadebaşiya herî bilind de bin. El-Mûsewî tekez kir, xizmetên bijîşkî yên lezgîn ji bo welatiyên ku ji tozê bandor bûne, li hemû navendan berdewam in.

Wezîrê Tenduristiyê herwiha daxwaz kir ku odeyên hawarhatinê, ambulans û pêdiviyên bijîşkî werin amadekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê bulteyên oksîjenê û dermanên pêwîst li her nexweşxaneyê amade bin û stafên bijîşkî û perestaran  ji bo rûbirûbûna zêdebûna nexweşan di amadebaşiyê de bimînin.

Wezaretê destnîşan kir ku amarên heta niha hatine belavkirin tenê amarên seretayî ne û tê çaverêkirin ku di demên pêş de amarên hûr ên li ser asta hemû parêzgehan werin ragihandin.