Rapirsiya Samerê: %26.5ê beşdaran ji serkeftina pêvajoyê bawer nakin

Diyarbekir (K24) – Li gorî rapirsiyek derbarê pêvajoya çareseriya pirsa kurd û dengên partiyan hatî kirin de, li Tirkiyeyê baweriya serkeftina pêvajoyê her ku diçe lawaz dibe, di heman demê de jî dengên AK Partiyê zêde dibin. Lêkoler û çavdêrên siyasî dibêjin, pêvajo bi awayekî zelal nameşe û her wiha ji ber ku rikebereke xurt pêşber AK Partiyê nîne, AK Partî dibe partiya yekem.

Ji aliyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê (SAMER) ve navbera 7-10ê gulanê de li 18 bajarên ku Diyarbekir, Wan, Enqere, Stenbol jî tê de ne, bi 1995 kesan re rapirsiyek hat pêkanîn. Di rapirsiyê de tê pirsîn ku hûn bawer dikin pêvajo bi erênî were bi encam bibe. 

Li gorî rapirsiyê %21.8ê bedşaran dibêjin erê û %26.5ê beşdaran jî dibêjin ew bawer nakin ku pêvajo biçe serî. Amadekdarên rapirsiyê balê dikêşin ku li gorî çavdêriyên wan civak li benda gavên şênber e û li gorî beşek din a rapirsiyê de %40ê beşdaran dibêjin di pêvajoyê de berpirsiyariya yekem ser milê desthilatê ye.

Rêveberê Samerê Serhat Temel dibêje: “Sedema bingehîn a lawazbuna civakê ew e ku hikumet gavan navêje. Xelk dibêje pêvajoyek heye, rêxistinê xwe fesih kiriye, bi sembolîk be jî çeken xwe şewitandine, komîsyonek hatiye avakirin ku gelek civîn pêk anîne, raportek hatiye avakirin lê ji aliyê hikumetê ve tikes tiştek nake.”

Di rapirsiyê de ji beşdaran tê pirsîn ku heger hilbijartinêk pêk were hûnê denge xwe bidin kîjan partiyê ku %27.2 AK Partî, 26.9 CHP, %10.9 bêbiryar, %7.4 Dem Partî û %6.5 jî MHP derdikeve ku AK Partî berovajiyê hilbijartinên dawî yên 2024ê yên şaredariyan wek partiya yekem derdikeve pêş. Çavdêrên siyasî dibêjin lawazbûna baweriya ji pêbajoyê û yekembuna Ak Partiyê ne rewşên nakok in.

Çavdêrê Siyasî Muhammed Ata Yuksel diyar dike: “Ji bo çêbûna baweriyê divê hinek tişt aşkere bibin, hinek tişt zelal bibin, da ku haya millet jê çêbibe. Zêdebûna dengên AK Partiyê û kêmbûna baweriya ji bo pêvajoyê nakokiyek peyda nake navbera herdu mijaran de, millet niha karesatekî de ye û dibêje yê ku bikare vê pirsgirêkê çareser bike dîsa AK Partî ye.”

Lêkoler dibêjin kêmasiya herî mezin a pêvajoyê nebuna gavên yasayî ye, çavdêr jî dibêjin her çiqas baweriya xelkê ji pêvajoyê lawaz bibe jî xelk dibêje dîsa jî hêza ku bikaribe vê mijarê çareser bike AK Partî ye.