Hikûmeta Iraqê parastina peywendiyên stratejîk ên ligel Îmaratê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê êrîşên dronî yên vê dawiyê yên li ser Dewleta Îmaratê bi tundî şermezar kirin û ragihand ku ew pabendî parastina peywendiyên stratejîk û hevahengiya herêmî ne, ji bo rûbirûbûna her bizaveke têkdana tenahiyê.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewedî îro (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de ragihand: "Hikûmeta Iraqê bi tundtirîn awa wan êrîşan şermezar dike yên ku bi rêya dronan li ser Îmaratê hatine kirin."

Berdevkê Hikûmeta Iraqê tekez li ser helwesta fermî ya Bexdayê jî kir û got: "Iraq piştgiriya xwe ya tam û bêşert bo hemî wan bizavên herêmî û navdewletî nîşan dide yên ku armanca wan çespandina ewlehî û tenahiyê li deverê ye."

Ewedî di wê daxuyaniyê de bal kişand ser peywendiyên dualî yên di navbera Bexda û Ebû Zebî de jî û ragihand: "Hikûmet israrê li ser berdewamkirina peywendiyên birayane û taybet dike, herwisa bihêzkirina hevpariya berhemdar li gel Îmaratê. Bexda dê li ser rêbaza alîkariya avaker bo her pêngavekê, ku xizmeta berjewendiya karê hevpar ê Erebî û berjewendiyên bilind ên her du welatan bike, berdewam be."

Berdevkê Hikûmeta Iraqê tekez li ser bingehên neguher ên Iraqê jî kir û diyar kir: "Em israrê li ser pêdivîtiya alîkariyeke bibandor a herêmî û navdewletî bo rêgirtina li ber her helkişandineke serbazî yan bizavekê dikin, ku tenahiya deverê têk bide, an jî silametî û serweriya welatên bira û dost bixe bin xeterê."

Ev jî di demekê de ye ku Berdevkê Fermî yê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdiyeyê Tirkî Malikî li roja Yekşemê, 17ê Gulana 2026ê, ragihandibû ku sîstema wan a parastinê sê dron, ku ji sînorê asmanî yê Iraqê derbazî nav axa Siûdiyeyê bûbûn, bi awayekî serkeftî şikandin.