Îmarat daxwaziyekê ji Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dewleta Îmaratê bi rengekî fermî daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî kir ku êrîşa "terorîstî" ya li ser Westgeha Enerjiya Atomî ya "Bereke"yê şermezar bike, û tekez kir ku ew rêyê bi tu gefekê li ser ewlehî û serweriya axa xwe nadin.

Nûnerê Îmaratê li Neteweyên Yekbûyî îro (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da ku nûnerê welatê wan di rûniştineke awarte ya Encûmena Ewlehiyê de gotarekê pêşkêş dike; ev jî piştî wê yekê tê ku êrîşeke "terorîstî ya bêhincet" li ser jeneratoreke elektrîkê li derveyî çarçoveya navxweyî ya Westgeha "Bereke"yê ya Enerjiya Atomî li devera Zefreyê.

Îmaratê daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê kiriye ku bi tundtirîn awa vê "aloziya xeter" şermezar bike. Nûnerê Îmaratê herwesa bal kişand ser rûyê qanûnî yê rûdanê û ragihand: "Armanckirina dezgehên enerjiya atomî yên aştiyane binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî ye."

Di wê beyannameyê de hatîye diyarkirin ku ev karên têkderane xeterê li ser aştî û tenahiya deverê û tevahiya cîhanê çê dikin. Herwesa Îmaratê tekez jî kir ku "Îmarat di bin tu şert û mercan de çavê xwe li tu gefan nagire ku arasteyî ewlehî û serweriya neteweyî ya welatê me bên kirin."

Ev daxwaza navdewletî ya Îmaratê di demekê de ye ku her îro Wezareta Berevaniyê ya wî welatî bi fermî ragihandibû ku sîstemên wan ên parastina asmanî karîne şeş dronan pûç bikin, ku ji nav axa Iraqê ve hatibûn avêtin û westgeha atomî ya Berekeyê kiribûn armanc.