JD Vance bo K24ê: Em naxwazin êrîşî xelkê sivîl bê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Amerîkayê piştgiriya welatê xwe bo gelê Kurdistanê tekez kir û ragihand ku Waşinton li dijî her êrîşeke dronî yan mûşekî ye, ku arasteyî xelkê sivîl û aram li Herêma Kurdistanê bê kirin.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) di bersiva pirsiyareke Berpirsê Nivîsîngeha Kurdistan24ê li Waşintonê Rehîm Reşîdî de (li ser berdewamiya êrîşên dronî û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê tevî hebûna agirbestê) ragihand: "Hezkirineke me ya mezin bo gelê Kurdistanê heye. Em bi tu awayekî naxwazin bibînin ku êrîşî xelkê sivîl bê kirin, çi bi dronan be yan jî bi mûşekan."
Cîgirê Serokê Amerîkayê eşkere jî kir ku Waşinton niha di navbera du bijardeyên sereke de ye: "Yan gihîştina bi lihevkirineke giştgir ku tê de karên dîplomatîk temam bikin û serbazên xwe vegerînin malên wan, yan jî destpêkirina şerekî nû. Ku ya duyê qet ne daxwaza Serok Trump e, lê eger neçar bibin, dê bi cih bînin."
Vance bal kişand ser rewşa agirbestê li deverên cuda cuda yên wekî Xeze û Îranê û destnîşan kir ku agirbest her dem bê kêmasî nînin û hinek caran binpêkirin tê de çêdibin. Lê tekez jî kir: "Li gorî hefteyên borî, rêjeya binpêkirina agirbestê bi awayekî berçav kêmtir bûye."
Ev daxuyaniyên giring ên Cîgirê Serokê Amerîkayê di demekê de ne ku axa Herêma Kurdistanê (bi taybetî Hewlêr) gelek caran rûbirûyî êrîşên dronî û mûşekî yên komên çekdar bûye. Waşinton li bendê ye ku kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê pêngavên cidî bo kontrolkirina wan koman biavêje.