Lindsey Graham ji Trump re: Îran bi taktîka 'paşxistinê' yarî bi demê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorê navdar ê Amerîkî Lindsey Graham ragihand, divê rêveberiya Trump êdî ti hincet û hewildanên Îranê yên ji bo paşxistina danûstandinan qebûl neke û tekez kir ku Tehran bi qest "yarî bi demê re dike".

Senator Lindsey Graham îro 20 Gulanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de bal kişand ser danûstandinên bi mehan ên ligel Îranê û diyar kir, êdî sebra wan li hemberî taktîkên Tehranê nemaye.

Graham di peyama xwe de nivîsiye: "Ez hêvî dikim û li bendê me ku rêveberiya Trump, piştî çendîn mehên danûstandinan, her hewildaneke nû ya Îranê ya ji bo paşxistinê red bike. Bi mehan derfet di destê wan de hebû ku bigihîjin rêkeftinekê, lê ji bo min zelal e ku ew niha tenê yarî dikin."

Graham herwiha destnîşan kir, ew bi çareseriyeke dîplomatîk re ne, lê taktîka Îranê ya sereke bi vî şêweyî pênase kir: "Fêlbaziya herî kevn a Îranê ev e: Paşxistin, paşxistin û dîsa paşxistin." 

Senatorê Amerîkî diyar kir ku ew bi daxwazeke mezin li bendê ye ku wekî Senatoya Amerîkayê, lêkolînê li ser egera her rêkeftinekê bike.

Ev daxuyaniyên tund ên Senator Graham di demekê de tên ku krîza navbera Washington û Tehranê gihîştiye lûtkeyê. Duh Sêşemê hatibû ragihandin ku Serok Donald Trump, piştî civîna bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî re, derfeteke dawî ya "du-sê roj" daye Îranê.

Li gorî zanyariyan, Trump molet daye Tehranê ku heta roja Înê yan Şemiyê (dawiya vê hefteyê) di warê dîplomatîk û bernameya xwe ya atomî de gavên berçav baveje. Trump hişyarî dabû ku eger Îran vê derfetê bi kar neîne, bijardeya leşkerî û planên êrişê yên ku li Koşka Spî hatine amadekirin, dê bikevin warê cibicîkirinê.