Dronek li Urdinê ket xwarê: Ziyan gihîşt malên sivîlan
Navenda Nûçeyan (K24) – Dronek li parêzgeha Cereşê ya li bakurê Urdinê ket xwarê û di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyên sivîl.
Medyaya Urdinê îro 20ê Gulanê ragihand, li parêzgeha Cereşê dronek ketiye xwarê. Li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber ketina vê dronê ziyanên madî gihîştine hejmarek xaniyên sivîlan, lê derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatine parvekirin.
Hêzên ewlehiyê û tîmên peywendîdar çûn cihê bûyerê û ji bo zanîna sedema ketina dronê û nasnameya wê, dest bi lêkolînan kirin.
Heta niha ti aliyekî berpirsyariya şandina vê dronê negirtiye ser xwe û hikûmeta Urdinê jî ti welatek tawanbar nekiriye.
Ev bûyer di demekê de pêk tê, navçe di nava alozî û şerekî giran de ye. Di çarçoveya "şerê 40 rojan" ê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, axa Urdinê û gelek welatên din ên navçeyê bûne armanca bi dehan êrişên bi dronan.