Şam: 25 mîlyon hebên Keptagonê hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir ragihand, wan dest daniye ser 25 mîlyon hebên Keptagonê û şaneke navdewletî ya ji 7 kesî pêk dihat, hilweşandiye.
Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir Malîk Mûsa di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re diyar kir, piştî şopandin û lêkolîneke hûr, tîmên wan karîne barê herî mezin ê madeyên hişbir ku ji bo qaçaxçîtiyê hatibû amadekirin, desteser bikin.
Mûsa aşkere kir, ev 25 mîlyon hebên Keptagonê bi awayekî profesyonel di nava firaxên heriyê de hatibûn bicihkirin daku neyên dîtin. Di encama operasyonê de, serokê şaneyê û 6 endamên din ên şaneyê hatin girtin û radestî aliyên peywendîdar hatin kirin.
Malîk Mûsa tekez kir ku tîmên wan ji bo parastina civakê ji xetereya madeyên hişbir şev û roj di kar de ne.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê pêştir jî di 14ê vê mehê de, ragihandibû ku wan rê li ber hewildaneke din a qaçaxçîtiyê girtiye ku ber bi axa Urdunê ve diçû. Di wê hewildanê de, qaçaxçiyan rêbazeke nû bi kar hatibû, ku qaçaxçiyan xwestibûn bi rêya "balonên bayî" yên ku ji dûr ve tên kontrolkirin, madeyên hişbir di ser sînor re derbas bikin.