Sûdiye bo lihevkirina giştgir li benda bersiva Îranê ye

Riyad pesna bizavên Pakistanê dike û hişyariyê dide Tehranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Erebistana Sûdiyeyê rêz û hurmetên xwe bo biryara Serokê Amerîkayê ya li ser dayîna şanseke din bo danûstandinên li gel Îranê nîşan da. Riyad hêvîdar e ku Tehran vê derfetê bo dûrxistina deverê ji encamên xeter ên şer bi kar bîne.

Wezîrê Derve yê Erebistana Sûdiyeyê Feysel bin Ferhan îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê ragihand ku welatê wî helwesta herî Serokê Amerîkayê Donald Trump bilind dinirxîne, ku daxwaza Riyadê bo dayîna şanseke zêdetir bo danûstandinan pejirandiye, bi merema gihîştina bi lihevkirineke giştgir û bidawîanîna şer.

Hevdem Wezîrê Derve yê Sûdiyeyê tekez li ser vegerandina ewlehî û azadiya keştivaniyê li Tengava Hurmizê jî kir, tam wekî wê rewşa ku berî 28ê Sibata 2026ê hebû; herwesa daxwaz kir ku hemî pirsên ku duberekî li ser heye di xizmeta ewlehî û tenahiya deverê de bên çarekirin.

Pesndana Pakistanê û Paşxistina Êrîşên Amerîkayê

Feysel bin Ferhan her di wê peyama xwe de pesna bizavên berdewam û navbeynkariya çalak a dewleta Pakistanê di vî qeyranî de kir û got: "Em hêvîdar in ku Tehran bi lez bersiva van bizavan bide, bo pêşvebirina danûstandinan û gihîştina bi lihevkirineke giştgir ku aştiyeke herdemî li deverê û cîhanê peyda bike."

Ev helwesta fermî ya Riyadê di dema kê de ye ku pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiribû ku Waşintonê li ser daxwaza rasterast a Erebistana Sûdiyeyê, Qeter û Îmaratê biryara dubare êrîşkirina li ser pîşesaziya leşkerî ya Îranê paş xistiye.

Trump ron jî kiribû ku serkirdeyên welatên Kendavê ew piştrast kiriye ku derfeteke rastîn bo gihîştina bi lihevkirineke wisa heye, ku tenahiya deverê misoger bike û rêyê li ber Îranê bigire ku bibe xwediya çekên atomî.