Li Baedrê ‘Tewafa Hecî Elî’ bi rêûresmeke folklorî hat lidarxistin
Dihok (K24) – Li devera Baedrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, Êzîdiyan bi beşdariya hezaran kesan tewafa mazarên xwe encam dan. Di rêûresman de çand, folklor û rîtuelên dînî yên resen hatin nîşandan.
Rêûresmên tewafê li Mazara Hecî Elî bi dengê def û şebaban û pêxistina bixûrê dest pê kirin. Êzîdî ji herêmên cuda werin cem hev daku rîtuelên xwe yên salane bi cih bînin.
Mijêwirê Mazara Baedrê, Xeyrî Feqîr Xidir derbarê hûrgiliyên tewafê de got: "Wekî her sal, me tewafa xwe ya biharê encam da. Êvara tewafê me hilêla qûpên mazarê tên siwarkirin û alên mazarê bilind kirin. Roja tewafê jî, Simata Hecî Elî hat amadekirin, daku li beşdaran were belavkirin. Ev kevneşopiyeke me ya giring e ku ji kal û bavan gihîştiye me."
Di hemû bîranînên olî de rola jinên Êzîdî berçav e. Wekî nerîtekî salane, her malbateke li Baedrê ji bo simata tewafê, apraxan amade dikin û jin bi hev re berê xwe didin mazarê.
Beşdara rêûresmê Heyfa Cangîr got: "Em wekî jinên herêmê, ji bo tewafa Hecî Elî û simata tewafê, apraxan' amade dikin. Ev xwarin li mazarê tê amadekirin û li ser her kesî tê parvekirin. Amadebûna me ya li vir nîşana dilsoziya me ya bi dîn û çanda me ye."
Yek ji dîmenên herî bedew ên tewafê, cil û bergên Kurdî/Êzîdî bûn ku ciwanan bi serbilindî li xwe kiribûn. Beşdar Lîlan Emîr kêfxweşiya xwe bi lidarxistina tewafê anî ziman û wiha axivî: "Ez pir kêfxweş im ku îro bi hevalên xwe û bi cil û bergên xwe yên resen li vir im. Em bi vî rengî tewafa xwe pîroz dikin. Ez hêvî dikim ku ev kevneşopî her sal bi vî rengî berdewam bike û em karibin çanda xwe zindî bihêlin."
Tewaf bi xurtkirina peywendiyên civakî û gerandina dîlanên herêmî bi dawî bû. Ev çalakî her sal di werza biharê de wekî amûreke xurtkirina biratiya navxweyî ya civata Êzîdî tê pênasekirin.