Bazirganên Şamê: Bacên giran tevgera bazirganiyê felc kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bazirgan û xwediyên dukanan li paytexta Sûriyeyê, Şamê, ji ber sepandina bacên nû û giran ên ji aliyê hikûmetê ve dinalin. Ev zêdekirina bacan di demekê de tê ku aboriya welat di krîzeke kûr de ye û hêza kirînê ya welatiyan gelekî kêm bûye.

Li bazarên dîrokî û navendên bazirganiyê yên Şamê, tevgera kirîn û firotinê bi awayekî berçav kêm bûye. Bazirganan diyar kir ku ji bilî lêçûnên bilind ên jiyanê û karkirinê, bacên giran ên dawî barê wan hîn girantir kiriye û gelek dukan di bin metirsiya girtinê de ne.

Bazirganên Şamê daxwaz dikin ku hikûmet di sîstema bacê de guhertinan bike daku karsaziya wan neherife.

Bazirgan Silêman Misrî ji Kurdistan24ê: "Bi giştî bac pir giran in. Mesrefên me gelek in û bac jî her diçin zêde dibin. Em hêvî dikin ku hikûmet rewşa bazarê li ber çavan bigire û li gorî tevgera bazirganiyê bacan diyar bike, çimkî niha karsazî pir lawaz bûye. Em daxwaza kêmkirina bacan dikin, daku em karibin li ser piyan bimînin."

Bazirgan Cabir Esfûr dibêje: "Di destpêkê de rewş hinekî maqûl bû, lê niha nirx pir bilind bûne. Tiştê herî giring di vê demê de, başkirina rewşa aborî ya welatiyan û çareserkirina krîza aborî ye. Divê piştî wê bac werin kêmkirin daku xelk nefesekê bistîne."

Bazirgan Besam Şahîn got: "Çavdêrî li ser bazaran nîne, tenê bacan bilind dikin. Divê çavdêriyek hebe. Ev demeke dirêj e ku bazar rawestiyaye û bi sepandina van bacên zêde, rewş hîn xirabtir bûye."

Ji ber cudahiya zêde ya navbera lêçûnên karkirinê û dahata kêm, gelek bazirgan neçar mane ku planên xwe yên berfirehkirina kar rawestînin. Hinek xwediyên dukanan jî dibêjin ku ew tenê ji bo ku dukanên wan neyên girtin têkoşînê dikin, çimkî bacên nû ji qezenca wan bêtir in.

Ev krîza bacê di demekê de ye ku welat bi giştî ji ber cezayên navdewletî û hilweşîna nirxê lîreyê Sûrî di rewşeke dijwar a darayî de derbas dibe.