Hatinûçûna di rêya Deriyê Navdewletî yê Zêtê re radiweste

Deriyê Navdewletî yê Zêtê
Deriyê Navdewletî yê Zêtê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Deriyê Navdewletî yê Zêtê haydariyeke bilez belav kiriye û tê de radigihîne ku ji ber karkirina di rêyên bejayî de li aliyê Tirkiyeyê, hatinûçûn di wî derîyî re bo dema sê rojan bi temamî radiweste.

Rêveberiya Deriyê Navdewletî yê Zêtê îro (Înî, 22ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de ragihand: "Bo dema yek rojê hatinûçûn û geştkirinê di sînorê Deriyê Zêtê de radiweste. Herwesa ji ber ku rojên Şemî û Yekşemê bêhnvedana fermî ya wî derîyî ye, lema ew derîyî dê heta roja Dûşemê, 25ê Gulana 2026ê, li ber geştiyaran daxistî be."

Di derheqa sedemên girtina wî deriyê sînorî de jî, rêveberiya navborî ron kir ku tu arêşeyek li aliyê Herêma Kurdistanê nîne, belkî ev daxistin li ser daxwaza rêveberiya Deriyê Derecîkê (Derecik) yê Komara Tirkiyeyê ye; ji ber ku tîmên şaredariyê li aliyê wan mijûlî nûjenkirina rêyên wî derîyî ne.

Deriyê Navdewletî yê Zêtê yek ji deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê (Qezaya Mêrgasorê ya Parêzgeha Hewlêrê) û welatê Tirkiyeyê de ye, ku her roj hejmareke zêde ya geştiyaran bo meremên cuda cuda hatinûçûnê tê re dikin.