Parîsê şert bo bikaranîn yedeka petrolê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Fransayê tekez dike ku berî penabirina bo bikaranîna yedekên petrolê, pêdivîtiya welatan bi zanyar û roniyên zelaltir li ser paşeroja bazara petrolê heye. Wezîrê Darayî yê wî welatî jî ragihand: "Em nikarin biryarê li ser bikaranîna embaran bidin, bêyî ku em bizanin ev şer dê çend bikişîne."

Rojnameya navdar a aborî "Financial Times"ê ji zarê Wezîrê Darayî yê Fransayê Roland Lescure belav kir ku hikûmet nikarin biryarê li ser azadkirina hejmareke din a yedeka petrolê bidin, bo kêmkirina wê qeyrana giran a ku ji ber şerê Îranê çê bûye, heta wê demê ku sînorê berdewambûna van hevrikiyan ron nebe.

Lescure di bersiva pirsiyarekê de li ser destpêkirina destpêkirina danûstandinan ji bo bikaranîna gera duyê ya yedeka stratejîk a petrolê diyar kir ku ev mijar di civîna Wezîrên Darayî yên Welatên Grûpa Heft (G7) de li Parîsê nehatiye nîqaşkirin; tevî ku Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent jî tê de amade bûbû.

Wezîrê Darayî Fransayê herwesa got: "Embarên petrolê di bingeh de sînordar in, lewma em nikarin di vê qonaxê de wan bi kar bînin bêyî ku nêrîneke me ya ron bo dem û tundiya hevrikiyan hebe."

Tengava Hurmizê û Rola Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA)

Wezîrê Darayî yê Fransayê bal kişand ser aloziya deryayî û got, her çend ku Tengava Hurmizê bê vekirin jî, gelek hefteyan dikişîne heta ku petrola nû bigihîje parzemînên Ewropa û Asyayê, lewma diyarkirina dema destpêkirina hinardekirinê dê bo bikaranîna yedekan bibe faktorekî biryardar.

Di meha Adara borî de, 32 welatên endam di Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA) de nêzîkî 400 milyon bermîlên petrolê şandin bazaran, ku bûbû sedema daketina nirxan, lê çaverê tê kirin ku ev yedek di nav hefteyên bê de bi dawî bibin.