New York Times: Îran razî bûye dest ji uranyuma zengînkirî berde

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "New York Times"ê ji zarê berpirsên Amerîkayî belav kiriye ku pabendbûna Îranê bi destberdana ji embarên uranyuma zengînkirî ya asta bilind, yek ji şertên herî giring ên lihevkirina pêşniyarkirî ya li gel Amerîkayê bo bidawîanîna şer û vekirina Tengava Hurmizê ye.

Li gorî raporta hûrbîn a rojnameya “New York Times”ê, mekanîzma rizgarbûna ji uranyuma zengînkirî hîn nehatiye diyarkirina û biryar e hûrgilî bo gereke din a danûstandinên girêdayî bernameya atomî bên paşxistin, lê çavkanî diyar dikin ku derxistina beyannameyeke giştî ji aliyê Îranê ve bo destberdana ji wê uranyumê, pêngaveke yekalîker e bo biserxistina wê lihevkirinê; bi taybetî ji ber fikarên îdareya Donald Trump ji berhelistiya Komarparêzan a li nav Kongrêsê.

Rojnameya navborî eşkere kiriye ku Tehranê li destpêkê bi tundî red kiriye ku dosyaya uranyumê bixe nav qonaxa yekê ya wê lihevkirinê, lê piştî ku danûstandinkerên Amerîkayî bi rêya navbeynkaran hişyarî da taranê ku Waşinton dê ji danûstandinan vekişe û dê êrîşên serbazî bide destpêkirin, Îran neçar bûye ku wê bendê qebûl bike.

Ji aliyekî din ve jî, plandanerên serbazî di çend rojên borî de çend bijarde pêşkêşî Serok Donald Trump kirine, bo bombebarankirina bingeha atomî ya Esfehanê, ku tê texmînkirin piranîya uranyumê li wê derê be. Yek ji bijardeyan bikaranîna "bombeya keleh-şikên" bû, bo têkbirina embaran di bin erdî de, û herwisa bijardeya operasyoneke komando ya hevpar a Amerîkayî-Îsraîlî jî hatibû nîqaşkirin, lê Trump ji ber xeteriyan li ser wê operasyonê razî nebû.

Niha Îranê nêzîkî 439 kîlogram (970 pawend) ên uranyuma zengînkirî ya bi rêjeya 60% hene. Yek ji bijardeyên pêşniyarkirî jî veguhastina wê bo welatê Rûsyayê ye – mîna tiştê ku di lihevkirina sala 2015ê de hatibû kirin – an jî kêmkirina asta zengînkirina wê bo astekî nizm e.

Li beranberî van pêngavan, ew lihevkirin azadkirina bi milyaran dolaran ji darayîyên astengkirî yên Îranê vedigire, bi wî şertî ku piranîya wî pereyî li nav sindoqeke avadankirinê, ku Tehran nikare bi temamî destê xwe bigihînê heta gihîştina bi lihevkirina dawiyê; ev jî wekî garantiyekê ye bo berdewambûna Îranê li ser danûstandinan.