Piştî Washingtonê, Zeydî serdana Îran û Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, piştî serdana xwe ya fermî ya Amerîkayê û hevdîtina li gel Donald Trump, di amadekariya serdaneke girîng bo Îran û Tirkiyeyê de ye. Tê payîn ku mijara sereke ya serdana Tehranê, çekdanîna komên çekdar be.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî, îro 28’ê Tîrmeha 2026’an) ragihand ku Serokwezîr Alî Zeydî di çend rojên pêş de dê serdana her du welatên cîran, Îran û Tirkiyeyê bike. Ev serdan di çarçoveya xurtkirina têkiliyên herêmî û gotûbêjkirina ewlehiya herêmê de tê kirin.

Serdana Zeydî ya bo Tehranê di demekê de ye ku navendên siyasî yên Îranê û alîgirên wan ên li Iraqê, rexneyên tund li serokwezîr digirin. Sedema van rexne yan vedigere serdana Zeydî ya Washingtonê. Di dema hevdîtina li gel Trump de, Serokê Amerîkayê bi zimanekî tund behsa kuştina Qasim Soleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs kiribû.

Zeydî li hemberî van gotinên Trump tenê gotibû: "Wê çaxê ez ne di qada siyasetê de bûm, ez ji bo axaftina li ser paşerojê li vir im." Ev helwesta Zeydî ji aliyê Tehranê ve wekî "helwesteke ne guncayî" hatibû binavkirin.

Li gorî çavkaniyên hikûmetê, armanca herî sereke ya Zeydî li Tehranê, dosyaya "hilweşandina komên çekdar û radestkirina çekên wan" e. Hikûmeta Iraqê dixwaze heta dawiya meha Îlonê, ku di heman demê de dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê ye, vê dosyayê bigire. Çavdêrên siyasî balê dikşînin ku serkeftina Zeydî di vê mijarê de, bêyî "çiraya kesk" a Tehranê gelekî zehmet e.

Tevî rageşiya ku ji ber daxuyaniyên Trump derketibû, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî di peywendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên diyar kir ku rexne "kesî û ne fermî ne". Araqçî destnîşan kir ku ev nîqaş dê bandorê li ser têkiliyên stratejîk ên her du welatan nekin.

Niha çav li ser encamên serdana Zeydî ya bo Tehranê ne; gelo dê bikaribe di mijara komên çekdar de encameke berçav bi dest bixe, yan dê bi zextên zêdetir re rûbirû bimîne.