Bawer Berşev: Trendyolê ji ber navê Kurdistanê firotina pirtûkên kurdî rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma firotinê ya herî mezin a li Tirkiyeyê Trendyol, firoşgeha serhêl a "Pirtûka Kurdî" ku bi hezaran berhemên Kurdî pêşkêşî xwendevanan dikir, girt. Xwediyê navenda Pirtûka Kurdî Bawer Berşev, ev biryar wekî "sansûr û astengkirina zimanê Kurdî" pênase kir.

Sîstema firotinê ya serhêl Trendyolê, bêyî ku ti hinceteke hiqûqî an jî teknîkî nîşan bide, firoşgeha "Pirtûka Kurdî" asteng kir. Bawer Berşev têkildarî girtina firoşgeha wan a li ser vê platformê ji Kurdistan24ê re diyar kir ku ev helwest nîşaneya aciziya li hemberî weşangeriya Kurdî ye.

Bawer Berşev da zanîn, wan bi salan e di ser vê platformê re pirtûkên Kurdî digihandin xwendevanan û wiha got: "Me dît ku firoşgeha me hatiye girtin. Dema me ji rayedarên Trendyolê sedema vê pirsî, ti hinceteke hiqûqî, binpêkirineke qaîdeyan an jî kêmasiyeke teknîkî nîşanî me nedan. Tenê gotin 'biryara rêveberiyê ye'. Ev yek rasterast nîşan dide ku biryar bîrdozî ye û li dijî hebûna pirtûka Kurdî ye."

Berşev bal kişand ser bandora vê biryarê ya li ser çand û weşangeriya Kurdî û got: "Di firoşgeha me ya li ser Trendyolê de zêdetirî 10 hezar pirtûkên bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî hebûn. Bi hezaran xwendevanên ku li derveyî bajarên mezin dijîn û nikarin xwe bigihînin pirtûkfiroşan, bi rêya vê platformê pirtûkên Kurdî dikirîn. Bi girtina firoşgehê re, ev pira di navbera me û xwendevanan de hat rûxandin."

Bawer Berşev ev biryar wekî berdewamiya polîtîkayên zextê yên li ser zimanê Kurdî nirxand û wiha berdewam kir: "Ev ne tenê pirsgirêkeke bazirganî ye. Girtina firoşgehekê ku tenê pirtûkên Kurdî difiroşe, peyameke bîrdozî ye. Dixwazin weşangeriya Kurdî bifetisînin û qada wê ya aborî teng bikin. Lê bila zanibin ku ev hewildan dê pirtûka Kurdî ranewestînin."

Di dawiya axaftina xwe de, Berşev bang li xwendevanên Kurd kir ku li dijî vê sansûrê xwedî li weşangeriya xwe derkevin û got: "Her çend Trendyolê deriyên xwe girtibe jî, deriyên malpera me pirtukakurdi.com ji bo her kesî vekirî ne. Em ê bi riyên hiqûqî mafê xwe biparêzin û xebatên xwe yên ji bo belavkirina çanda Kurdî bi biryardarî bidomînin."