Şandeya DEM Partiyê bi Ocalan re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtineke 5 saetan a li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk dihat, îro (20’ê Tîrmeha 2026’an) ji bo hevdîtinê berê xwe da Girava Îmraliyê. Şande piştî hevdîtineke dirêj a bi Abdullah Ocalan re, di saetên êvarê de vegeriya.
Navenda Ragihandinê ya DEM Partiyê derbarê serdanê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtina li Îmraliyê 5 saetan berdewam kiriye û wiha hat gotin:
"Endamên Şandeya me ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina ku 5 saetan li gel Birêz Ocalan pêk anîn, ji Girava Îmraliyê vegeriyan. Şandeya me dê têkildarî naveroka hevdîtinê di demeke guncayî de daxuyaniyekê bide raya giştî."
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê herî dawî di 24’ê Gulana 2026'an de çûbû giravê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.