Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer hat ragihandin

Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer
Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja duyê ya seredana xwe ya fermî bo Bexdayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel kesayetiyê siyasî yê naskirî yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer civiya. Di wê hevdîtinên de her du alî li ser hebûna fersendeke nû li pêşberî hikûmeta fîderal bo xizmetkirina dadperwerane ya welatiyan hevnerîn bûn.

Di çarçoveya berdewamkirina hevdîtinên dîplomatîk ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li paytexta Iraqê de, îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) civîneke giring di navbera wî û Xemîs Xencer de hat lidarxistin.

Di wê hevdîtinên de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û deverê bi giştî li hev guhertin.

Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku niha derfet û fersendeke nû û zêrîn di qada siyasî ya Iraqê de li pêşberî hikûmeta federal peyda bûye, daku bi awayekî dadperwerane û bêyî cudahî xizmeta tevahiya welatî û pêkhateyên cihêreng ên Iraqê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 23ê Gulana 2026ê) di çarçoveya seredaneke dîplomatîk a berfireh bo Bexdayê de, çend civînên giring li gel serokatiya her sê desthilatên federal (Bicihanîn, Qanûndanan û Dadwerî) kirin.

Herwisa biryar e Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her îro civîn û hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraqê berdewam bike û çend hevdîtin û danûstandinên giring bi hejmareke serkirdeyên siyasî yên Iraqê re bike.

Piştgiriya Hewlêrê bo Kabîneya Nû ya Iraqê

Amanca serekî ya vê livîna dîplomatîk a berfireh a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandina piştgiriya fermî ya Herêma Kurdistanê bo biserxistina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bû, bi merema xizmetkirina wekhev a hemî welatiyan.

Her di wan civînan de bizavên cidî bo misogerfkirina yekdengiyeke neteweyî hatin kirin, daku arêşeyên hilawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rengekî bingehîn bên çareserkirin; ku tê de tevahiya aliyan li ser pêdivîtiya rêzgirtina li qewareya fermî û federalî ya Herêma Kurdistanê, dûrxistina qanûnên neteweyî û vegeriyana ber bi destûrê hevnerîn bûn, daku hemî astengiyên siyasî û aborî bên rakirin.