Sê dron li asmanê Hewlêrê hatin êxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Sîstema berevaniya asmanî ya hêzên hevpeymanan li asmanê Hewlêrê hat çalakkirin û sê dron hatin êxistin, berî ku bigihin armancên xwe.
Sîstema berevaniya asmanî ya hêzên hevpeymanan îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) li parêzgeha Hewlêrê hat çalakkirin û sê dronan li asmanê deverê pûç bike.
Ev rûdan di demekê de ye ku piştî destpêkirina êrîşên dualî yên di navbera Amerîka û Îranê de, zêdetir ji 25 dronan ber bi Hewlêrê ve hatine arastekirin, ku hemî jî li asman hatine pûçkirin û êxistin.
Ev êrîşa nû ya bi dronan di demekê de ye ku di nava çend rojên borî de, sînorê parêzgeha Hewlêrê rûbirûyî pêleke giran a êrîşên bi dronan bû. Piştî destpêkirina gereka nû ya alozî û êrîşên rasterast ên di navbera Amerîka û Îranê de, heta niha hejmareka dronan ji aliyê sîstema berevaniyê ve li asman hatine pûçkirin û êxistin.
Her di çarçoveya van êrîşan de, roja Yekşemê (19ê Tîrmeha 2026ê) teqemeniya paşmayiyên droneke Îranî li Bingeha Asmanî ya Hewlêrê bi serbazekî Amerîkayî ve teqiyabû. Di encamê de serbazê bi navê Michael Emanuel Swinton (30 salî) di dema amadekariya teqandina wê dronê de hat kuştin û serbazekî din jî birîndar bû.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) û Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew van êrîşan wekî metirsiyeke mezin li ser aramiya deverê dibînin û lêkolînên wan li ser aliyên li pişt van êrîşan û cûnên teqemeniyên hatine bikaranîn berdewam in.