Xemîs Xencer: Seredana Mesrûr Barzanî bûye çareseriya gelek pirsgirêkan

Xemîs Xencer: Pirsgirêka hinardekirina petrolê tê çareserkirin

Xemîs Xencer
Xemîs Xencer

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ragihand ku seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê pir serkeftî û giring bûye û bûye pêngava çareserkirina gelek arêşeyan. Wî eşkere jî kir ku lihevkirineke siyasî bo destpêkirina fermî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê heye.

Kesayetiyê siyasî yê naskirî yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) li mala xwe pêşwaziya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û piştî xwarina têştê, pê re civiya û paştir di dema birêxistina Serokwezîr Mesrûr Barzanî de ji rojnamevanan re axivî.

Xemîs Xencer ji rojnamevanan re ragihand: "Ev civînên niha di demeke pir hestiyar û giring de bi rê ve diçin, bi taybetî ku Iraq li pêşberî pêngavên avakirina hikûmeteke nû bi serokatiya Elî Zeydî ye."

Navborî ragihand: "Niha derfet û fersendeke zêrîn li pêşberî tevahiya hêzên siyasî yên Iraqê ye, daku hemî arêşeyan bi awayekî bingehîn çareser bikin, bi awayekî ku rê li ber dubare serhildana qeyranan bê girtin.”

Hişyariya li ser Aloziyên Îran û Amerîkayê û Êrîşên Milîsan

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê bal kişand ser aloziyên borî û bandorên xirab ên hevrikiyên di navbera Îran û Amerîkayê de li ser axa Iraqê. Herwisa rexne li êrîşên milîsan ên li ser Herêma Kurdistanê û welatên Erebî girt û got: "Wan êrîşan eşkere kir ku divê hemî aliyên Iraqî bi hev re bo bidawîanîna wan binpêkirinan kar bikin; ji ber ku berdewambûna wan rewşa navxweyî û ya deverê ber bi nearamiyê ve dibe û pekhateya civakî ya Iraqê têk dide."

Xemîs Xencer pesneke giran da seredana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo paytexta federal û diyar kir ku ev livîna dîplomatîk gelek asteng rakirin. Wî eşkere kir: "Lihevkirineke siyasî bo çareserkirina arêşeyên hilawestî yên paşerojê heye, ku giringtirîna wan destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ye."

Li ser temamkirina kabîneya wezarî jî, Xencer eşkere kir ku aliyên siyasî gihîştine lihevkirinekê daku rasterast piştî bêhnvedana Cejna Qurbanê, wezîr bo wan wezaretan bên diyarkirin ên ku heta niha bi wekalet tên birêvebirin yan jî bê wezîr mane. Hejmareke civînên din jî bo darêtina karname û avakirina dawiyê ya hikûmeta bê di rê de ne.

Xemîs Xencer li dawiyê jî tekez kir ku pêdivîtiya welatiyên Iraqê di vê qonaxê de ji her demê zêdetir bi vî awayê hevfêmkirin û civînan heye, daku berjewendiyên bilind ên welat bên parastin.