Mesrûr Barzanî: Arecî rol di parastina ewlehiya Kurdistan û Iraqê de lîstiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytexta Iraqê li gel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî civiya. Di wê hevdîtinên de, her du aliyan tekez li ser piştgirîkirina kabîneya nû ya federal kir, bo çareserkirina arêşeyan li ser bingeha destûr û sîstema federal.
Di çarçoveya berdewambûna seredana xwe ya dîplomatîk û fermî bo Bexdayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî re civiya û rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê nîqaş kir.
Li gorî ragihandina fermî ya wê civînê, di wê hevdîtinên de Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê bal kişand ser giringiya dîplomatîk a seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û ragihand: "Em şanaziyê bi Herêma Kurdistanê dikin ku xebat û qurbaniyeke zêde daye û roleke diyar di peydakirina sîstema siyasî ya Iraqê de lîstiye."
Her wekî ku di wê daxuyaniyê de hatiye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya rola giring a Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê kir, di warê parastina ewlehî, tenahî û piştgirîkirina wî ji bo mafên rewa yên xelkê Kurdistanê de.
Her du alî li ser piştgirîkirina kabîneya nû ya hikûmeta federal xizmetkirina gişt pêkhateyên Iraqê bêyî cudahî û çareserkirina tevahiya arêşeyên li gel Herêma Kurdistanê, li ser bingeha rêzgirtina li destûrê, sîstema federal û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.