CENTCOMê gotgotkek red kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) amarên nû yên operasyonên xwe yên deryayî belav kirin, û ew nûçe jî red kirin ên ku behsa destpêkirina projeya parastina keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê dikin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê ragihand ku hêzên deryayî yên Amerîkayê di çarçoveya bicihanîna dorpêçên li ser Komara Îslamî ya Îranê de, heta îro karîne arasteya 108 keştiyên bazirganî biguherin, daku pişrast bibin ku ew keştî pabendî biryarên dorpêçê ne.
Di wê daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku keştiya cengî ya "USS John Finn (DDG 113)", ku hilgira mûşekên rênimayîkirî ye, di deryayê de bo çavdêrikirina tevgerên deryayî û piştgirîkirina dorpêçê di erkekî berdewam de ye.
"Projeya Azadiyê nehatiye destpêkirin"
Ji aliyeke din ve, CENTCOMê bi rengekî fermî ew raportên medyayî red kirine yên ku îdîa dikir ku hêzên deryayî yên Amerîkayê dest bi hevalîkirin an alîkarîkirina keştiyên bazirganî kiriye, dema ku ew di nav Tengava Hurmizê re derbaz dibin.
CENTCOMê bi eşkereyî ragihand: "Projeya Azadiyê nehatiye destpêkirin û di vê qonaxê de hêzên Amerîkayê hevalîniya tu keştiyeke bazirganî li Tengava Hurmizê nakin."