Omêd Xoşnaw: Di hefteyekê de zêdetirî 76 hezar geştyaran seredana Hewlêrê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku piştî qedandina ezmûnan û qonaxa xwendinê, hatina geştyaran bo paytexta Herêma Kurdistanê pir zêde bûye û tenê di hefteya borî de, zêdetir ji 76 hezar geştyaran hatine Hewlêrê. Wî herwesa daxwaz ji welatiyan jî kir ku bo parastina jîngehê pabendî rênimayiyên fermî bin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) di kongreyeke rojnamevanî de li Xala Kontrolê ya Şêraweyê eşkere kir: Piştî qedandina ezmûnan û qonaxa xwendinê, livîna geştyariyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê pêşveçûneke berçav dîtiye.”
Omêd Xoşnaw destnîşan jî kir ku ji 19ê Gulanê heta îro, zêdetir ji 76 hezar geştyaran seredana bajarê Hewlêrê kiriye, herwesa ji bo hatina wan geştyaran jî gelek hêsankariyên hatine kirin.
Parêzgarê Hewlêrê eşkere jî kir ku pişka herî mezin a wan geştyaran ji parêzgehên naverast û jêriya Iraqê hatine. Herwesa got: "Em pêşbînî dikin ku ji roja duyê ya Cejna Qurbanê ve, hejmareke zêde ya geştyaran bi carekê berê xwe bidin deverên geştyarî yên Hewlêrê."
Navborî herwesa bal kişand ser sedemên xwezayî û yên avedankirinê û ragihand ku îsal baraneke pir baş bariye û dîmenên biharî yên spehî li deverê afirandine; hevdem qedandina hejmareke pond û bendavan li derdora Hewlêrê jî sedemeke din e ku hejmareke zêde ya geştyaran seredana wan cihan bike.
Li dawiyê jî, Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji welatiyan kir ku bi pabendî rênimayiyên Desteya Jîngehê û Wezareta Navxweyî bin, daku paqijiya jîngeha Herêma Kurdistanê bi silametî bê parastin.