Pizîşkiyan û Zeydî kêmkirina aloziyên deverê tekez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Serokwezîrê Iraqê di pêwendiyeke telefonî de tekez li ser giringiya diyalogê, xurtkirina peywendiyên dualî û kêmkirina aloziyên herêmî kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî kir.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Her du aliyan Cejna Qurbanê li hev pîroz kir, bi wê hêviyê ku Xudayê Mezin xêr, bereket û tenahiyê li ser her du gelên Iraq û Îranê û tevahiya umeta Îslamî bibarîne."
Di wê daxuyaniyê de hatiye ronkirin ku di vîwê pêwendiya telefonî de, danûstandin li ser peywendiyên dualî hatine kirin, tevî tekezkirina li ser giringiya xurtkirina alîkariyên di navbera her du welatan de, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du gelên cîran bike.
"Zalkirina zimanê diyalogê bo çespandina tenahiyê"
Di pişkeke din a wê peywendiyê de, her du aliyan rewşa deverê nîqaş kir û tekez li ser "pêdivîtiya berdewambûna hevahengî û hevkariya herêmî û navdewletî kir, pêxemetî kêmkirina aloziyan û zalkirina zimanê diyalog û aramkirinê, bi rengekî ku di çespandina tenahiyê li deverê û cîhanê de pişkdar be."