Li gundekî Reqayê di teqîna mînekê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî ser bi parêzgeha Reqayê ve, mîneke çandî bi otomobîla malbatekê de teqiya. Di encamê de 3 zarokên bira canê xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li gundê Fatîseh ê li bakurê parêzgeha Reqayê, mîneke ku ji berê de li herêmê hatibû çandin, di dema derbasbûna otomobîleke sivîl de teqiya.
Li gorî agahiyan, di vê teqînê de 3 zarokên ji heman malbatê bûn, canê xwe ji dest dan. herwiha 3 endamên din ên malbatê jî birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên herêmê.
Teqînên mîn û paşmayên şer li Sûriyeyê, hîn jî mîna metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan dimînin û her dem dibin sedema karesatên mirovî.